المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DÊRIKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 162

Encûmena Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya meha 9an lidarxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..

 

Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojeva Kurdistanê hatin gengeşekirin…

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve hate xwendin û gotûbêjkirin…

 

Û herwiha di civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..

 

Û herwiha di civînê de amadebûyan behsa biryara rêvebeirya PYDê ya bilindkirina nirxê mazotê ,ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan, ya ku zirarekê cidî li jiyana mirovan dike..

 

Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.