المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 160

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê ,30.9.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist. 

 

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî de raporta ku ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin.

Derbarê rewşa rêxistinî de endaman rewşa xwecihiyê bi erênî nirxand, li gel avakirina hin komîteyên ji bo hêsankirina karê xwecihiyê.

 

Di civînê de, endaman rewşa siyasî li ser asta kurdî li Sûrî, kurdistanî û herêmî gotûbêj kirin.

 

Endaman bilindkirina nirxê cureyên mazotê ji aliyê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat ve şermezar kirin û endaman bandora vê yekê li ser beşên curbicur ên jiyanê bi taybet li ser sektora çandiniyê gotûbêj kirin.

 

Di vê çarçoveyê de, endaman banga Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya ji bo xwepêşandana li bajarê Qamişlo bi erênî nirxand û siyasetên birçîkirinê yên ku ji aliyê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk ve li dijî gelê me yê Kurd di hundir de tê meşandin şermezar kir.

 

Di civînê de, endaman rewşa aloz ya aborî li Sûriyê, û pêwîstiya civaka navdewletî û saziyên wê ji bo cîbicîkirina erkên xwe yên mirovî li hember gelê Sûriyê, û dîtina çareseriyên lezgîn ji bo alozbûna kirîza Sûriyê, li ser bingeha biryarên rayedarên navneteweyî yên têkildar  gotûbêj kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.