المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNEKE AWARTE LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 97

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê 17.6.2023an de, civîneke awarte lidarxistin.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê M.Ilyas Hemo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre serokatiyek nû ya xwecihiyê hilbijartin.

Herwiha serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her birêz Fewaz Bengo wek serokê encûmena xwecihî li Amûdê,û mamoste Ebdulmecîd Mihemed û mamoste Siyamend Hesen, wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

Di dawiyê de,serokatiya Encûmenê spasiya endamên Encûmenê û hesta berpirsyariya wan kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.