المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KURDISTANA SÛRIYA LI GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ AGIR BI ZEVIYÊ COTKAREKÎ KET .

0 85

li gundê Qermanê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,di roja sêşemê 13.6.2023an de agir bi zeviyê cotkarekî ket.

li gorî şopandina peyamnêrê me ji bo sedema agir ev agir ji patozê derketiye.

 

xwediyê vî zadî bavê Hewas e .

 

Di der barê vê yekê de,welatiyekî ji gundewarê Dirbêsiyê yê ku li cem bûyera agir amede bû bi navê bavê Ahmed, ji peyamnêrê me re anî ziman û got :

 

” Îro piştî danê nîvro katijmêr nêzîkî 5:30 agir ji patoza ku zeviyê bavê Hewas diçinî derkt û agir bi zad ket.

 

Herwiha bavê Ahmed got:ku bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin ”.

 

li gorî agahiyan nêzîkî 50î donimî hatiye şewitandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.