المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 86

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 28.3.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam ji aliyê birêz Siyamend Hesen serokê xwecihiyê ve, hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin ji aliyê mamoste Ciwan Ebdulkerîm ve hat xwendin û hate nîqaşkirin.

Herwiha civat bi dirêjî, li ser vejandina hemû helkeftên meha Avdarê rawestiya û di serî de, bîranîna 45 saliya koça dawî ya rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî,ta Cejna Newrozê,bi awayekî zelalmendî hatin nirxandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.