المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NETEWÊN YEKBÛYÎ FÎNANSEKIRINA SAZIYA SERBIXWE YA TÊKILDARÎ GIRTÎ Û WENDAYAN LI SÛRÎ PEJIRAND

0 83

NETEWÊN YEKBÛYÎ FÎNANSEKIRINA SAZIYA SERBIXWE YA TÊKILDARÎ GIRTÎ Û WENDAYAN LI SÛRÎ PEJIRAND

 

 

Netewên Yekgirtî fînansekirina saziya serbixwe ya têkildarî girtî û wendayan li Sûriyê pejirand

 

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku Komîteya Pêncemîn a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Îdarî û Darayî, fînansekirina saziya serbixwe ya têkildarî girtî û wendayan li Sûriyê pejirand.

 

 

 

Çavkaniyên medyaya Sûrî got ku welatên endam bi piraniya 71 dengan li hemberî 12 redkirinê deng dan li ser projeya fînansekirina Saziya Serbixwe ya Girtiyan û kesên ku li Sûriyê winda bûne, ew jî Rejîma Sûrî, Rûsya, Çîn, Îran, Belarûs, Koreya Bakur, Kûba, Eritreya, Malî, Nikaraguayê, Sudan û Zimbabwê ne. 46 welatên ku dengê xwe nedan, di nav de welatên Erebî ne ji bilî Qeter û Kuweytê.

 

 

Keyaniya Erebistana Siûdî, Îmarat, Cezayîr, Behreyn, Misir, Cîbûtî, Iraq, Urdun, Uman, Tûnis û Yemenê li ser pêşnûmeya biryarnameyê deng nedan.

 

Pêşnûmeya biryarê, bi serokatiya Albanya, dê nêzîkî sê milyon dolarên Amerîkî ji saziya serbixwe ya têkildarî girtiyan û kesên winda li Sûriyê re veqetîne, di nav de afirandina 28 karan, di dema navbera 1ê Nîsanê û 31ê Kanûna Pêşîn, 2024an de.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.