المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ BI BEŞDARBÛNA ENDAM Û SEROKÊ OFÎSA KARÛBARÊN XWECIHIYAN CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

0 174

 

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê, 28.10.2023an de,bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarên xwecihiyên bi ser ENKSê ve M.Neşet Zaza û endamên wê M.Zibêr Mûsa, birêz Mahmûd Hac Elî û Ebdulbaqî Ferman civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de,hemû mêvan û endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Fewaz Bengo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,naveroka wê ji aliyê birêz Mahmûd Hac Elî ve hate nîqaşkirin.

 

Birêz Neşet Zaza her wiha bal kişand ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û ji hevalan xwest ku bi biryarên Encûmena Niştimanî kar bikin û beşdarî hemû çalakiyên ku ji aliyê Encûmenê ve bên vexwendin.

 

Herwiha pêşhatên dawî yên li qada siyasî, navneteweyî û herêmî, bûyerên vê dawiyê yên di navbera Îsraîl û Filistînê û bertekên wê yên li ser qada kurdî hatin gotûbêjkirin.

 

Zaza behsa rewşa siyasî ya niha û rola Encûmena Kurdî di hevbendiyê û derve de û û herwiha çawaniya aktîvkirina rola encûmenên xwecihî bi rêya semîneran kir.

 

Di dawiyê de deriyê pirs û têketinên endamên civatê hatin vekirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.