المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZÊN NÛ DIŞÎNE BAREGEHÊN XWE LI SÛRÎ.

0 163

Hevdem digel armanckirina hevpeymaniya navdewletî û baregehên Amerîka li Sûriyê û Iraqê, hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka hêzeke nû şand baregehên xwe yên li Kurdistana Sûriyê û bakurê rojhilatê Sûriyê.

 

Li gorî jêderên medyayî ragihandin ku di roja Înê 27.10.2023an de,Hevpeymaniya Navdewletî bi dehan kamyonên barkirî bi kelûpelên leşkerî û piştevaniya lojîstîk ve şandine baregehên xwe yên li Kurdistana Sûriyê û bakurê rojhilatê Sûriyê bi rêya xala sînorî ya Elwelîd ligel Herêma Kurdistanê.

Herwiha Çavkaniyên medyayî diyar kirin ku kamyonan barên xwe li baregehên hevpeymaniya navdewletî li gundewarê bajarê Hesekê yê Kurdistana Sûriyê daxistin.

 

Wek tê zanîn şandina karwanê piştevaniyê bo baregehên hevpeymaniya navdewletî di demekê de ye ku ji 17ê Cotmeha 2023an ve 16 caran êrişî baregehên Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî li Sûriyê û Iraqê kirine.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.