المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊ SUWEYDAYÊ RÛXANDINA RÊJÎMA SÛRIYÊ PIŞTRAST DIKIN

0 103

Xelkê Suweydayê rûxandina rejîma Sûriyê piştrast dikin

Di hefteya 21emîn de bi dehan şêniyên bajarê Suweydayê li meydana Karama ya navenda bajêr kom bûn û daxwaza azadî, rûxandina serokê rejîmê, veguhestina siyasî ya desthilatê û cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî kirin.

Îro Yekşemê 1/7/2024an bi dehan xwepêşander li bajarê Suweydayê derketin û daxwaza veguhestina siyasî ya desthilatê, cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, rûxandina serokê rejîma Sûriyê, azadî û azadkirina girtiyan kirin.

Herwiha xwepêşanderan pankartên bi nivîsa “Em rê nadin ku çeteyên Esed bi rêya kesên kirêkirî tevgerê bike û sabote bike”, û yên din daxwaza azadî û rûxandina rêjîmê kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.