المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ENDAMÊ OFÎSA CÎBICÎKAR Û BERDEVKÊ HÊZÊN DEMOKRAT ÊN KURD LI SÛRIYÊ KIR..

0 145

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya endamê ofîsa cîbicîkar û berdevkê hêzên demokrat ên kurd li Sûriyê kir.

Îro Yekşemê 7/1/2024,an Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya endamê ofîsa cîbicîkar û berdevkê Hêzên Demokrat ên Kurd li Sûriyê birêz Nesir Birêk kir.

Birêz Nesir Birêk ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de çend mijarên siyasî yên girêdayî qonaxa niha bi giştî li herêmê û rewşa siyasî ya Kurdî bi taybetî û pêwîstiyên qonaxa bê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û derbasbûna bi kalîte ber bi destpêkek nû û bi bandor, û gavên bi bandortir di xebata bi destxistina hêviyên gelê me û tevgera me ya siyasî de hatin gengeşekirin

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.