المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XEBATKAREKE KURD JI KURDISTANA TURKIA PÎŞTÎ 30 SALAN SERBEST HAT BERDAN…

0 60

Girtiya Kurd a ji Kurdistana Turkiya  Mizgîn Aydin  piştî 30 salan ji girtîgehê derket û got:
“Min niha Ey Reqîb xwend û ez hatim vê derê,

Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed dikim.

Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de habe ev azadî ne azadî ye.”

Di roja Çarşemê 10ê Tebaxa 2022an de, girtiya Kurd a bi navê Mizgîn Aydin piştî 30 sal ji mana girtîgehê, bi temambûna cezayê xwe ji girtîgeha girtî ya jinan a Gebzeyê ya li bajarê Koca’elî derket.

Mizgîn Aydin di sala 1992an de, di temenê xwe yê 19 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê ve (DGM) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 30 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Ew duyem jin e girtiye ku 30 sal ceza wergirtine û cezayê xwe temam kiriye û ji girtîgehê derketiye.

Navborî di dema girtinê de bo girtîgehên Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Çewlig û herî dawî girtîgeha Gebzeyê hatibû şandin û di dema girtîgehê de tevlî çendîn grevên birçîbûnê bûye.

Mizgîn Aydin di heman demê de, yek ji girtiyên nexweş bû û di salên girtîgehê de çend neştergerî jî derbaskirine û niha jî çareseriya Penceşêra Sing dibîne.

Di roja hat serbest berdan, kesûkarên wê û hejmareke endamên saziyên civaka sivîl bi gul û tîliliyan li ber deriyê girtîgehê  pêşwazî li wê jina girtî ya Kurd kirin û dîmenên wê li ser torên civakî belav bûn.

Herwih Mizgîn Aydin ragihand dema ew derketiye wê yek ser sirûda “Ey Reqîb” xwendiye û got: “Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed û pakrewanên Sêdarê dikim.”

Aydin herwiha got jî “Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de habe ev azadî ne azadî ye , Divê hemû hevalên me yên li girtîgehî bên berdan.”

Hêjaye gotinê,ku gelê Kurd ta vê serdemê jî hîn li ser xaka welatên xwe ji bo parastina mafên gel xweyî Kurd ên rewa û berevaniya di ber nerînên xwe de yên azad tên binçavkirin,kuştin,daliqandin,sirgûnkirin,talankirin,şewitandin……..ji aliyê rêjîm û desthilatên desthiledar û civaka navdewletî bêdeng e.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.