المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LEŞKERÊN TURKIYA ZAROKEKÎ KURD JI EFRÎNÊ LI SER SÎNOR KUŞTIN…

0 82

Zarokê temen biçûk bi navê Reşîd Mihemed Ibrahîm dema ku ji dîwarê sînor derbas dibû,  jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên ku di torên medyaya civakî de belav bûne, zarok dema ji sînorê Sûriyê derbasî Tirkiyê dibû, piştî ku ji dîwarê sînor derbas bû û bi çend hevalên xwe re derbasî nav  Tirkiyê bû, ji aliyê hêzên sînorparêz ên Tirkiyê (Jandarma) ve hat gulebarankirin.

Ew ji serê dîwêr ket û tûşî şikestin û xwîna navxweyî bû û bo nexweşxaneyên Ezazê li Helebê hate veguhestin û di roja sêşemê 9.8.2022an de, jiyana xwe ji dest da û termê wî ji bo veşartinê birin gundê wî.

Reşîd, 15 salî, ji gundê Elî Caro – Bulbulê – yê bajarê Efrînê ye.

Wek tê zanîn, di salên borî de, bi dehan kurdên sivîl ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatin kuştin û bi sedan jî di gera penaberiyê ya Ewropayê de, di encama qezayên trafîkê ji bilî noqkiron û binavkirin  , li ser rêya koçberiyê ber bi welatên Ewropayê ve hatin kuştin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.