المجلس الوطني الكوردي في سوريا

UNICEF..JI SEDÎ 50Î MALBATÊN SÛRÎ TÛŞÎ BÊEWLEHIYA XWARINÊ NE.

0 112

Di roja Sêşemê,25.7.2023an de, Sindoqa Netewên Yekgirtî ya Zarokan (UNICEF) rastiya civaka Sûriyê bi “êş” wesif kir, nemaze ji bo jin û zarokan, yên ku xwe di nav aloztirîn rewşên awarte li cîhanê de dibînin.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de got ku “du ji sê parên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, ji ber krîza aborî û wêrankirina jêrxaneyan”.

 

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku “50% ji malbatên sûrî tûşî bêewlehiya xwarinê dibin, di nav rêjeyên bilind ên îstismarkirina zarokan û têkçûna sîstemên pizîşkî û perwerdeyê.”

Zêdetirî 4 milyon kes li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn, ku nîvê wan koçber bûne, û ji wan ji sedî 90 girêdayî alîkariyên mirovî ne.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Linda Tomas Gerenfîld di roja Duşemê, redkirina şertên rejîma Sûriyê ji bo derbasbûna alîkariyên Sûriyê ji deriyê sînorî yê Bab El-Hawa bi Tirkiyê re dubare kir û tekez kir ku. Rûsya ji negihandina alîkariyê berpirsyar e.

 

 

Di 11ê Tîrmehê de, Rûsyayê mafê xwe yê vetoyê di Encûmena Asayişa Navdewletî de bikar anî ji bo vetokirina biryara nûkirina şandina alîkariyên ji Tirkiyê ji bo bakurê rojavayê Sûriyê re.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.