المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 98

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Sêşemê 25.6.2023an civîna asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî de raporta ku ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hatibû wergirtin hate xwendin û tekezî li ser pêşxistina karê encumenê di qonaxa de bê kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de: dawî pêşhat û pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

Bi taybetî biryarên ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatine standin, wek bilindkirina nirxê sotemeniyê, nedabînkirina ava vexwarinê, û sepandina mûçeyan, ji ber bilindbûna dolar û rewşa dijwar a jiyanê, ku xeniqandina welatiyan zêde dike û wî neçarî koçberiyê dike.

Civîn her wiha li ser şert û mercên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, rawestiya.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.