المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TORA SÛRIYÊ:DI MEHA COTMEHÊ DE 161 SIVÎL HATINE KUŞTIN.

0 131

Tora Sûriyê,di meha Cotmehê de 161 sivîl hatin kuştin

Tora Sûrî ya Mafên Mirov di raporta xwe ya mehane de ku sibeha roja Yekşemê 1ê Cotmehê belav kir, hejmara qurbaniyên ku bi îşkenceyê li Sûriyê di meha Îlona borî de hatine kuştin belge kir.

 

Rapora toreyê kuştina 161 sivîlan tomar kiriye, di nav wan de 34 zarok, 44 jin û 2 kes bi sedema eşkencekirina li ser destên aliyên şer û hêzên kontrolê li Sûriyê di meha borî de.

 

bal kişand ser wê yekê ku rêjîma Sûriyê 14 sivîl kuştin, di nav wan de 9 zarok û 2 jin, di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 11 sivîl kuştin, di nav wan de 2 zarok û 6 jin, û hemû aliyên Opozisyona Çekdar1 sivîl kuştin.

Li gor wê raportê, 29 sivîl ji nav wan 1 zarok û 2 jin bi destê aliyên din hatine kuştin, herwiha raportê di meha Îlonê de rûdana 1 komkujiyek li ser destê hêzên rêjîma Sûriyê ku di encamê de 5 zarok hatin kuştin, belgeh kiriye.

 

Li gorî raporê, analîza daneyan nîşan dide ku parêzgeha Dêrezorê bi rêjeya 33% ji hejmara kuştiyan di meha îlonê de di rêza yekem de ye, parêzgeha Derha bi 31% û paşê parêzgeha Helebê bi 22% ji kuştiyan.

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirov jî di meha Îlonê de kuştina 2 kesan bi sedema eşkencekirinê li ser destên aliyên şer û hêzên kontrolker belge kir, û rêjeya qurbaniyên eşkencekirina li ser destê hêzên rêjîma Sûriyê gihişte nêzîkî 45% kesan.danberhev li gorî hejmara giştî ya qurbaniyên îşkenceya li ser destên hemû aliyên şer û hêzên kontrolê di sala 2023an de.

 

Di raporê de hat gotin ku binpêkirinên aliyên şer û bi taybet rejîma Sûriyê bûne sedema koçberkirina bi darê zorê ya nêzîkî nîvê xelkê Sûriyê, çi aware û çi penaber.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.