المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÎMA NETEWEYÎ YA ÎRANÊ LI KÛPAYA CÎHANÊ XWENDINA SIRÛDA NETEWÎ NEXWEND.

0 67

Tîma fûtbolê ya Îranê di roja Duşemê 21.11.2022’an de, beriya lîstika destpêkê ya Kûpaya Cîhanê ya li hemberî Îngilîstanê biryar da ku sirûda neteweyî ya Îranê nexwînin.

Û hemû lîstikvanên rêza destpêkê ya 11 lîstikvanê Îranê di dema lêxistina sirûda neteweyî ya li yarîgeha Xelîfe ya Navdewletî de bêdeng bûn.

Li gorî nûçeya Rûyîterz, televîzyona Îranê beriya maçê di dema weşana zindî ya sirûda neteweyî de wêneyên lîstikvanan asteng kir.

Hin Îranî di twîtterê de, amaje bi wê yekê kirin ku bêdengiya tîmê tê wateya hevgirtinê bi xwepêşanderan re.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.