المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Duhokê teqînek çêbû.

0 69

Duh roja duşemê 21ê mijdara 2022an,

Li bajarê Duhokê teqînek çê bû ji ber teqîna tanka gazê ya firinekê û  li gorî amarên destpêkî ku hatî ragihandin 4 kesan canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

 

Û herwiha li gorî Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, ji ber teqîna firin û avahiya beşa navxwe ya li bajarê Duhokê,û tîmên hawarçûna berdewam in di wergirtin û veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyan de.

 

Û tê zanîn ku ev ne cara yekem bûyerên bi vî awayî tên rûdan, ku roja şemiyê 17ê mijdara 2022an ,li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê teqînek ji ber teqîna tanka gazê ya welatiyekî di encamê de maleke 3 qatî bi tememî herifî, û 15 kesan canê xwe ji dest dan û 14 birîndar bûn…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.