المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVÎ ESTENGIYÊN CIWANÊN ŞOREŞGER YÊN BI SER PYDê VE SALVEGERA “45YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ HAT VEJANDIN.

0 285

TEVÎ ESTENGIYÊN CIWANÊN ŞOREŞGER YÊN BI SER PYDê VE SALVEGERA “45YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ HAT VEJANDIN

Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

 

Tevî estengiyên ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve,bi vîneke xurt Îro di roja Îniyê1.3.2024an de,bîranîna salvegera 45 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê,ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,li ser girê gundê Xasê yê Kîkan ya bi ser bajarê Dirbêsiyê ve .

 

Herwiha bi beşdarbûna serokê ENKSê M.Nihmet Dawid û endamê emîndariya giştî M.Tahir Hesaf û endamê ofîs karûbarên encûmenên xwecihî ya ENKSê M.Ilyas Hemo.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

 

Di destpêkê de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên  beşdar kir.

 

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha pirogiramê helkeftê ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko

ve hat pêşkêş kirin.

 

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

 

 

Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Ahmed Ûso  hat xwendin.

 

Û gotina wî di derbarê nirxandina kar û xebata bavê neteweya kurdî Barzaniyê nemir de bû.

 

gotina ENKSê ji aliyê mamoste Nihmet Dawid ve, hat pêşkêşkirin.

 

gotina ENKSê di derbarê kurtejiyana Bavê neteweya kurd de, Barzaniyê namir û di derbarê kar û xebata Barzaniyê nemir xwediyê piroja neteweyî ya Kurdî.

 

Lê mixabin di dema vê axaftinê de, Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve , bi dengên bilind û gotinên xerab dijî ENKSê û Barzaniyê Nemir rabûn.

 

Herwiha serokê ENKSê di axaftina xwe de,mixabiniya xwe li ser vî karê ciwanên Şoreşger yê xerab diyarkir û got:Lê mixabin hûn dibînin em ji aliyê zarokên xwe ve tên êrîş kirin.

Û di dawiya gotina xwe de,spasiya hemû beşdaran kir û tekezî li ser berdewamiya kar û xebata ENKSê kir.

 

Herwiha helbest van bavê Tarî jî helbestek pêşkêş kir.

 

 

Herwiha di dawî de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê xwecihiyê spasiya hemû mêvanên beşdar û birêz Hesenê Şêxo kir yê ku şêranî ji aliyê wî ve hat belavkirin ji bo hemû mêvanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.