المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di encama teqîna Mayîneke şer de zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da.

0 143

Li parêzgeha Reqayê di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

 

 

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 42 sivîl ji wan 22 zarok û 7 jin jiyana xwe ji dest dan, û 43 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de jinek û 28 zarok,

 

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 31 sivîl di nav wan de 11 zarok û 7 jin hatin kuştin û 34 ji wan jinek û 19 zarok birîndar bûn .

 

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 11 zarok jiyana xwe ji dest dan û 9 zarokên din birîndar bûn.

 

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan belge kir ku di sala borî de 256 sivîl jiyana xwe ji dest dana di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê di nav wan de 24 jin û 81 zarok û herwiha 365 jî birîndar bûna ji wan 20 jin û 136 zarok hene.

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.