المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊGIHIŞTINA DESTHILATÎ ..

0 77

Nivîskar .. Elî Fetah

Desthilatî li gorî têgihiştiya aqilmendî ( Felsefe), wek kesayetek ku xawindariyetek(Milkiyet) desthilat di destê wî de be,di derbarê karê wî de be.Û ew kesê desthilatdar ê zagonan li gorî kar û xebata xwe ê dîne,ji bo hemû li gorî wan zagonan tevbigerin.Mîna rêveberê dibistanekê ew xwediyê biryara ye,di hindirê dibistana xwe de.
Lê desthilat li gorî têgihiştiya bîrnasonan(Feylesûf) nerînên cûda hene.Mîna alimê navdar Eflaton:Desthilatî bi sinc û hiş ve girêdide.Û tekez dike ku dad bingeha têkildariyê be,di navbera desthilat û gel de be.Û Eflaton dibîne ku desthilatî divê ji derheqê bîrnasyona be(Feylesûf,Zana),ji ber ku ew ji xeynî xwe bêtir dikarin berjewendiyên giştî biparêzin û dûrî berjewendiyên kesane herin.
Lê Karl Markis ramanmendê Elmanî:Desthilat bi aborî ve girêdida.Digo:”Desthilat tim di destê çêtirînê serkeftî yê rewşa abûrî de be”.
Lê ji aliyekî din jî Mîşêl Foko:Desthilat nayê wateya pêvçûn,qayîş û tundî.Lê ew jî xwedî roleke encam kiriye.Her wiha Mîşêl Foko,girêdanekê dixe navbera desthilat û tundîbûnê jî.Divê tundîbûn ne tê mercê ku çekê ango hêzê bikar bîne.Dikare tundî bi awayekî mizgotinan ta gel serê xwe ji zagonan re dîne.Her wiha Mîşêl Foko dibêje:”Xwediyê hêzê û çekê ne desthilatdar e û divê gel di navbera xwediyê çekê û desthilatê de nasbikin”.

Lê di vê serdemê de,ya ku em têde dijîn,wek tê zanîn di heman demê de,li her welatekî di Cîhanê de,desthilatdariyek heye.Lê her desthilatdariyek li gorî makezagona welatê xwe desthilatdariyê dike.Û ew makezagon ji aliyê gelê wî welatî hatiye pejirandin.Ji bo ku bi awayekî sererast gelê welatê xwe birêvebibe,û hemû pêdiviyên jiyanê ji bo gelê xwe peydabike û ji aliyekî din jî hemû riyên di derbarê pêşketina gel û welat de vekin.Û alîkar be ji hemû aliyan,ji bo avakirina welatê xwe.
Û di heman demê de jî, divê hemû welatî maf û erkên xwe jî nasbikin.Ta hemû welatî xwe bibînin çavdarê welatê xwe,ji bo desthilatdarî tiçarî dûrî makezagona welatê xwe nekeve.Û hemû rexnan bipejirîne,ta karibe çaksaziyan bike di hindirê welat de,û berevaniya xaka wî jî bike.

Lê çi desthilatdarî û rêveberî heke nikaribe sazkirinan û pejirandina rexnan bike,û di heman demê de jî xwe tenê bibîne desthilatdar û dûrî makezagona welatê xwe here,ji bo berjewendiyên xwe û kursiya xwe.Di vê demê de,ev desthilatdar lawaz dibe û bi nexweşiya hezkirina xawindariya(milkiyet) destliser dikeve, ji ber ku nikare sazkirinan di hindirê welat bike ji bo gelê xwe û nikare berevaniyê jî di ber xaka welatê xwe de bike.

Di vê demê de,pêwistiya gel bi şoreşek di derbarê sazkirinan de heye.Lê di heman demê de jî,gel divê bi awayekî rêxistinî rabe ser piyan û bi serkêşiya rewşenbîran jî be,ta xerabî çênebin.Û ew serhildan jî bi awayekî aştî be.Ji ber ku di heman demê de,yê rêjîm ango desthilatdara lawaz wê bixwaze wênê wê nerîna serhildana azad,ya gelê xwe reş bike,di riya melîs û kirêçiyên xwe de.Ji bo ku ji derdora xwe re,bide xuyakirin evana karên xerab dikin û divê bi lez em wan ceza bikin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.