المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SUWEYDA: BERDEWAMIYA TEVGERA GEL A AŞTIYANE LI DIJÎ RÊJÎMA SÛRÎ.

0 111

Suweyda… berdewamiya tevgera gel a aştiyane li dijî rejîma Sûriyê

Ji bo meha heftan li ser hev, xwenîşandanên aştiyane yên rojane li bajarê Suweydayê li dijî rêjîma Sûriyê berdewam in, di dema ku bi dehan welatî beşdarî xwenîşandaneke nû ya xelkê li meydana Karama li navenda bajêr bûn.

 

Xwepêşanderan îro Yekşemê (17.3.2024) li meydana El Karama ya bajarê Suweydayê, daxwazên xwe nû kirin yên ji bo rûxandina rejîmê, veguhestina aştiyane û siyasî ya desthilatê li welat, azadkirina girtiyan û pêkanîna biryara 2254.

 

Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên “Komîteya Destûra Bingehîn piştî aktîfkirina veguheztina siyasî tê, seyar hespê nakşîne” û “Em ê berdewam bin bo xistina te Beşar” bilind kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.