المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serhildana 2004 an… Roja bilindkirina dengê Azadiyê li Kurdistana Sûriyê

0 108

Meha adarê taybetmendiyeke xwe heye di dîroka Kurdî de, ku rojên xwe yên xweşî û xemgînî li xwe digre, yek ji wan, roja “12 ê” Avdara 2004an, ku çirûskên bilindkirina dengê azadiya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bi xwîna pakrewanan destpêkir û li seranserî herçar parçeyê Kurdistanê deng veda li dijî rêjîma Be’es ya sitmkar, êdî her sal di 12 adarê şehîdên raperîna Qamişlo tên bi bîranîn, û bi dilekî şewat wêneyên wan tên bilindkirin, û di rûpela dîrokê de hatiye nexişandin, ev roj bû rojek taybet ji bo miletê kurd, roja vêxistina agirê şoreşê li Rojavayê kurdistanê , ku têde Kurdan darê zilm û zordarî û tirsê şikand ji Dêrikê heta Efrînê bi yek dengî benga doza Azadiyê û mafê xwe kirin, û rêya têxoşînê bi hêza xwe ya netewayî û yekrêziyê hilbijartin di rûyê rêjîma Esed de , ku nikarî bû bi çekên xwe hebûn û nasnameya Kurdan û serhildana bûhara gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê têk bibe, ji ber Iradeya milet di parastina yekkirina helwêsta tevgera siyasî û Kurdî û xaka xwe de ji tivinga dijminan bihêztir û geştir bû.

 

Ev 20 sal bi ser raperîna Qamişlo re derbas dibe, Ku yekem car çirûskên komkujiya roja12”Avdara” 2004″ an de,li bajarê Qamişlo destpêkir , di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, ku alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîma Esed bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û di encama wê bûyerê de bi dihan kes şehîd û birîndar bûn û herwiha bi sedan ciwan û çalakvan û siyasetmedar jî ji aliyê rêjîma Be’es ve hatin binçavkirin, û eşkencedan, û bi dehan xwendekar ji zanîngehê hatin dûrkirin ji ber daxwazbûna bidestxistina mafên wan ên Kurdayetiyê .

 

Û di derbarî vê yekê de êdî li tevaya bajar û bajarokên Herêmên kurdî bi hezaran şêniyên ji Şamê, Heleb, Kobanê, Efrîn heta Dêrikê, kurd daketin qad û kolanan û kiryarên rêjîma Esed redkirin û xwepêşendan li darxistin kirin serhildan di bin dirûşmeya Azadiyê û siloganî bi destê ciwanan hatin bilindkirin û li ser hatin nivîsandin ku ” Kurdistan yek perçeya Qamişlo Helebçeya” weku piştgirî û dilsoziya xwe ji bo Qamişlo bi yek destî nîşan dan, ji ber daxwaza rêjîmê ji vê fitneyê ew bû ku tirsî li cem Kurdan çêbike û netew û nasname, hebûn, ziman, çanda Kurdî li Kurdistana Sûriyê tune bike, ku bi sedêsalan bi hezaran Kurd li Sûriyê bê nasname ne û ti mafê wan ê hemwelatiyê li Sûriyê tune ye, qedexekirina axiftina Kurdan bi zimanê xwe yê dayîkê, di vê çarçoveyê de pilana rêjîmê ji vê yekê parçekirina Kurdan û hizir û ramanên Kurdayetî vemrîna, lê ew nikarîbûn di 2004an de, rê li ber berxwadaniya Kurdan li ser azadxwaziya mafê wan li Kurdisatan Sûriyê bigirin, û miletê Kurd di raperîna Qamişlo de ji tevaya cîhanê re diyar kirin ku ew xwedî rol û hêzeke xurtin û xwedî ziman, Xak û Al in, û weku miletekî serfiraz li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn û diparêzin.

 

Êdî komkujiya 2004 an, êşeke gira li pey xwe hişt, û di rûpelên dîroka Kurdan de taybetmendiyeke giring girtiye, ku her sal êvara “11ê “Avdarê de, mûm tên vêxistin li pêşiya mal û kolanên bajêr, di roja serhildanê de jî tevahiya miletê kurd li herçar parçeyên kurdistanê li kolanan 5 xulekan radiwestin weku rêzgirtinek ji canê hemû qurbaniyan re û wê ku her tim di dîroka me de cîh bigire, ji ber ku birînên Kurda her bi dawî nabin ku hin ji cihê êş û şîn û dilxemgîniyê ne, û hin ji cihî şahî û kêfxweşiyê ne.

 

Lê ev kiriyarên ku derheqê kurdan de hat kirin û heta niha jî têne kirin ji aliyê rêjîmên sitimkar ve, nikarîbun vîna gelê Kurd bişkînin, Kurd bi iradeyeke bi hêz di berdewamkirina têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên netewayî li her çar aliyê cîhanê her nû dikin ، û xwîna lehengên qehreman û welatparêz nayên jibîrkirn wê bibin stêrkekên geş li ezmanê welatê xwe û nemûneyên rêya azadiyê…

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.