Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe..
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe.
Îro roja duşemê 10 ê sibata 2025an, serokwezîrê Hikûmata Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel şandek hikûmetê ber bi dewleta Imarat ve bi rêket.
Herwiha serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubeyî bi alaya kurdistanê hate pêşwazîkirin .
Serokê hikûmeta Herêma kurdistanê tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe.
Ku di rojên 11 heta 13 ê vê mehê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubeyî bi rê ve diçe.
Û herwiha piştî Lûtkeyî serokwezîr Mesrûr Barzanî wê hejmarek hevdîtin û civînan bi hejmarek serok û serkirde û berpirsên bilind re bicive.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo