المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Swêdayê çend teqîn li balafirgeha leşkerî ya Xelxla ya li gundewarê Siwêda rû dan.

0 108

Li Swêdayê çend teqîn li balafirgeha leşkerî ya Xelxla ya li gundewarê Siwêda rû dan.

 

Çavkaniya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku teqînên li pey hev li firokexaneyeke leşkerî li gundewarê Siwêda çêbûn bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî werin eşkerekirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro Yekşemê 9ê Sibata 2025ê, hevdem ligel firîna firokeyeke şer a Îsraîlê li esmanê herêmê, 4 teqîn li firokexaneya leşkerî ya Xelxala li gundewarê Siwêda rûdan.

Li gorî çavkaniyê, stûnên dûmanê ji balafirxaneya leşkerî bilind bûne, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî de bên ragihandin.

Îro Yekşemê firokeyeke bê firokevan a Îsraîlê embarên cebilxaneyan li devera Firqeya 15 li rojhilatê bajarê Înxîl li bakurê Deraayê bi 2 mûşekan armanc kir, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.