المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyama pîrozbahîyê şand.

0 309

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyama pîrozbahîyê ji Serokê ENKSyê Rêzdar Silêman Oso re şand.

Deqa Nameyê
Rêzdar Silêman Oso,
Serokê ENKSê

Bi minasebeta hilbijartina we weke serokê ENKSê, ez li ser navê xwe û partîya me, cenabê we bi dilgermî pîroz dikim û di kar û xebata we ya hêja û bi rûmet de serketinê dixwazim!

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girîngîyek taybetî didin dialog, hevkarî, yekitî û hevahengîya nava tevgerên neteweyî û kurdistanî yên her çar perçeyên Kurdistanî.

Loma jî em xebat û têkoşîna ENKSê ya di vî warî de bi nirx û girîng dinirxînin.

Em di vê bawerîyê de ne ku serketina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya welatê me, di yekitî, hevkarî, hevrêzî û dialoga nava partî, rêxistin û dezgehên me yên neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî de derbas dibe.

Em di vê bawerîyê de ne, wê ENKS û cenabê we di vî warî de bi vê hesasîyetê tevbigerin.

Em jî weke PWK amade ne ku di vî warî de çi bikeve ser milên me, pêk bînin.

Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştgir û alîkarên têkoşîna neteweyî, demokratîk ya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Bi vê bawerîyê, ez serkeftinê ji cenabê we û rêveberîya ENKSê re dixwazim.

Li gel rêzên xwe
06.06.2024

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Leave A Reply

Your email address will not be published.