المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN: NÊZÎKÎ 10 WELATIYÊN KURD LI GUNDÊN MEYDANA NAVÇEYA RACO HATIN GIRTIN.

0 122

EFRÎN: NÊZÎKÎ 10 WELATIYÊN KURD LI GUNDÊN MEYDANA NAVÇEYA RACO HATIN GIRTIN.

 

Efrîn.. Nêzîkî 10 welatiyên Kurd li gundên Meyadana navçeya Raco hatin girtin

 

 

 

Çekdarên Feyleq Elşam li navçeya Raco ya bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê hejmarek welatiyên kurd bi tawana danûstandina bi rêveberiya PYDê re girtin.

 

 

Jêderên xwecihî ji ARK News re ragihandin ku çekdarên Feyleq Elşam ji heftiyekê ve dest bi helmeteke mezin ya girtina welatiyên Kurd li gundên Meydana li navçeya Raco ya bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê kirine û deh welatiyên sivîl girtin.

 

Û ev navên wan in:

 

 

1- Arif Hesen Reşîd, 70 salî, ji gundê Şêx Mihemed e.

2- Omer Mihemed Reşîd, 60 salî.

3- Şehban Husên Hemo, 60 salî.

4- Fayiq Ismaîl Îsmaîl, 56 salî.

5- Ismaîl Bilal Silêman, 34 salî, ji gundê Şêx Mihemed e.

6-Selah Elî 45 salî,ji gundê Şêx Mihemed e.

7- Mihemed Şêxo Qenber, 70 salî.

8- Izet Bilal Îsmaîl, 56 salî, ji gundê Şêx Mihemed e.

9- Xelîl Şêxo Reşîd, 47 salî.

10- Mihemed Nehsan Mistefa, 40 salî, ji gundê Şêx Mihemed e.

 

Çavkaniyên xwecihî tekez kirin ku tometa girtiyan bi rêveberiya PYDê re ye, ku ji sala 2011 heta 2018 bajarê Efrînê kontrol kiribûn.

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî , welatiyên sivîl çend roj in tên binçavkirin û li beramberî 400-500 dolaran berdêla malî tên berdan.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.