Di Roja sêşemê 7ê Gulana 2024an,Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li gel Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya.
Di derbarî vê civînê de her du aliyan tekez li ser girîngiya hebûna têkiliyên baş û bihêz di navbera Kurdistan, Îraq û Îranê de kir û balkêşandine ser derfetên heyî û çawaniya bihêztir kirina têkiliyên han.
Rewşa giştî ya Îraq û Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên din yên vê civînê bûn.
Tê zanîn ku roja yekşemê 5.5.2024an, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû Tehranê, û bi rayadarên wî welatî re hejmarek hevdîtin pêk anîn.
Ragihandina ENK_Sê
Raport: Hêvî Delî