المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ LI HEWLÊRÊ LIGEL DESTEYA SEROKATIYA ENKSê RE CIVIYA.

0 95

ŞANDEKE NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ LI HEWLÊRÊ LIGEL DESTEYA SEROKATIYA ENKSê RE CIVIYA.

 

Şandeke nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ligel Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civiya.

 

 

Di roja yekşemê 5.5.2024,an de şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, bi Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê re civiya.

 

Şand ji birêzan: (Esmehan Dawid, cîgira serokê nûneratiyê, “Raman mela”, Seîd Hemî, “Fadil Deli), endamên nûnertiyê pêk hatibû

 

Di hevdîtinê de behsa pirsgirêk û kêşeyên giştî yên penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê, çi li hundir û çi li derveyê kampan, û çawaniya hemahengiyê ji bo dîtina mekanîzmayeke kar ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hate kirin.

Û wê raporeke taybet ku tê de hemû êş û azarên birayên me yên penaber û malbatên me yên penaber tê de, ji bo radestkirina rayedarên peywendîdar dê radestî Serokatiya Encûmenê were kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.