المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê li Hewlêra kir.

0 118

Di roja sêşemê 7.5.2024 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir û di civînê de behsa pêşhatên siyasî li Sûriyê û rewşa navçeyê kirin.

 

Û herwiha li gorî daxuyaniya navenda fermî ya Serok Barzanî, ronahî xiste ser “rewşa welatiyên Kurd û astengî û kêşeyên li pêşiya partiyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê”.

 

“Pêşeroja Kurdan li Sûriyê û hevkêşeyên siyasî û navdewletî yên bandorê li rewşa Sûriyê dikin” mijarên din ên civînê bûn.

 

Ragihandina ENK_Sê

Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.