المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi endamên Nûnertiya Hewlerê re dicive.

0 135

Duh pênşemî 02.11.2023, serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li bajarê Hewlerê yê paytexta Herêma Kurdistanê li gel endamên nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê civiya.

 

Bi amadebûna serokê Yekîtiyê birêz Ebdulhekîm Mihemed , Ebdulsemed Mehmûd Cîgirê Serokê Yekîtiyê, Ehmed Sofî û Ezedîn Mella endamên Komîteya Pêwendiyan û bi amadebûna Fanîs Mîranî Serokê Yekîtiya Nûnertiyê li Herêma Kurdistanê pêk hat..

 

Di civînê de guftûgoyên rêxistinî, çandî û wêjeyî hatin kirin..

 

Û Serokê Yekîtiyê her wiha balkişand li ser aktîvkirina karê nûneratiyê li herêmê û tekezî li ser pêşxistin û xurtkirina peywendiyan ligel saziyên çandî û wêjeyî û nivîskar û rewşenbîrên kurd ên li herêmê kir..

 

Ji aliyek din ve endamên nûneratiyê kêfxweşiya xwe bi amadebûna di serokatiya yekîtiyê de nîşan dan, û komek pêşniyar ji bo pêşxistina karê nûnertiyê pêşkêş kirin…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.