المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROK BARZANÎ Û FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ HÊZÊN HEVPEYMAN REWŞA IRAQ,SÛRÎ Û NAVÇEYÊ GOTÛBÊJ KIRIN.

0 135

Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman rewşa Iraq, Sûriye û navçeyê gotûbêj kirin.

Di roja sêşemê 9ê Çile, Rêberê Kurdan, Mesûd Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanê li Iraq û Sûriyê Ceneral Jiwêl Fawil û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mark Stro jî tê de amade bû, gefên terorîstan û pêşhatên dawî yên rewşa Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Her wiha metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin.

Di beşekî dinê de, tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera hêzên hevpeyman, Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat kirin û tekez li ser berdewamiya karê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê ji bo rêgirtina li ber metirsiya şer û pevçûnan hat kirin. dubare derketina terorê û parastina asayîş û aramiya herêmê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.