المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EREBISTANA SIÛDÎ ŞÎRETÊN HECÊ Û UMREYÊ BI ZIMAN KURDÎ DIDE

0 130

Erebistana Siûdî talîmatên Hec û Umreyê bi zimanê Kurdî dide

 

Rêveberê Giştî yê Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşbendî di roja Sêşemê 9.1.2024an de, ragihand ku Erebistana Siûdî razî bûye ku zimanê kurdî jî bike nav zimanên ku li Keyaniya Erebistanê fermanên hec û umreyê bi wan tê dayîn.

ElNeqşabadî di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku ew bi serokatiya şandeke ji herêmê beşdarî Konferans û Pêşangeha Xizmetên Hec û Umreyê ku li bajarê Cede yê Erebistana Siûdî tê lidarxistin bibin.

Konferansa ku heta yazdeh vê mehê berdewam dike, dê bi amadebûna şandên welatên îslamî bi mebesta gotûbêjkirina riyên baştirkirina xizmetguzariyên ku ji bo serdanvanên Mala Xwedê ya Pîroz tên pêşkêşkirin.

 

Naqşebendî got: “Me di konferansê de daxwaz kir ku zimanê Kurdî di nav rêziknameyên Hac û Umreyê de bê zêdekirin, li gel ku 30 milyon Kurd li seranserê cîhanê hene”.

Da zanîn ku di sala derbasbûyî de 25 hezar kes ji Herêma Kurdistanê merasîmên olî li Keyaniya Erebî pêk anîn.

Got jî: “Rayedarên Siûdî bi dilxweşî razî bûn ku zimanê Kurdî jî bikeve nav zimanên ku bi wan şîretan ji hecî û umreyê re tê dayîn.”

Rêveberê Giştî yê Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê balkişand li ser girîngiya vê pêngavê û bi destkeftiyeke girîng ji bo gelê Kurdistanê, hec û umreyan wesif kir.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.