المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEMÎNAREK SIYASÎ LI OFÎSA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI KAMPA DOMÎZ HAT LIDARXISTIN.

0 194

Endamê desteya siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî birêz Isma’îl Reşîd duh Çarşemê li ofîsa Yekîtî ya Kurdistanî li Kampa Domîz a Dihokê gotarek siyasî pêşkêş kir.

Reşîd bal kişand ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser meydana Sûriyê, rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî û beşdariya wê di proseya siyasî ya li derdora Sûriyê, û pêwîstiya pêwendiya bi rewşên niha re bi hewlên zêdetir û nêzîkbûna ji girseyan re.

Herwiha bi dirêjî behsa rola Encûmena Niştimanî di opozisyona Sûriyê de hat kirin û bûyerên ku pê re bûn, derbarê aliyê kurdî û zehmetiyên li pêşiya proseya danûstandinên navdewletî derbarê Sûriyê de hatin belgekirin.

Azarên penaberên di kampên herêmê de beşeke mezin ji semînarê girt û pêwîstiya dîtina çareyan ji azarên wan re bi hemahengî û peywendiya di navbera nûneratiya Encûmenê û rayedarên pêwendîdar li herêmê.

Di dawiyê de, pirsên beşdaran hatin guhdarîkirin û ji aliyê mamoste Isma’îl Reşîd ve hatin bersivandin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.