المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MESRÛR BARZANÎ JI SÛDANÎ RE:HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ HEMÛ ERKÊN XWE BI CIH ANÎNE.

0 213

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pênşemî 14.9.2023 li gel Serokwezîrê Federalî Mihemed Şiyah Sûdanî û berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta federalî civiya.

 

Di civînê de, ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û hijmareke wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û rêkeftinên îmzekirî kir.

 

Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku nabe mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendan bikeve nav nakokiyên siyasî û tekez li ser wê yekê jî kir ku di zûtirîn dem de ev pirs bê çareserkirin, bi awayekî ku mafên darayî yên mûçegiran di warê aborî de bê misogerkirin, dereng nemînin li herêmê.

 

Di heman civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî erkên xwe bi cih aniye û hêviya heman tiştî ji hikûmeta federal jî kiriye.

 

Herwiha Serokwezîrê Federalî amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gor destûr û yasayan nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû alî piştevaniya siyasî bikin daku di zûtirîn dem de çareseriyek ji bo hemû pirsgirêkan bê dîtin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de got: Em dizanin ku Iraq xwediyê samaneke mirovî û xwezayî ye û bi afirandina jîngeheke guncaw û birêveberiyeke baş dê hemû welat ber bi qonaxeke pêşketîtir û geştir ve biçe.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.