المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şaxê Duhokê yê dezgeha şehîdên kurdistan_Sûriya serdana mala şehîdê Pêşmergeyê Roj Ibrahîm Ferho li kampa Domîz kir..

0 219

Şaxê Duhokê yê dezgeha şehîdên kurdistana Sûriyê, Roja duşemê 14ê tebaxa 2023an,serdan mala şehîdê pêşmerge yê Leşkerê Roj ” Ibrahîm Ferho” li Domîz kir…

Û herwiha şanda dezgeha şehîdên kurdistan _Sûriya bi serokatiya M,Mustefa Badînî pêk hat .

Û di vê serdanê de M,Mustefa Badînî ,behsa rola pêşmerge û qehremaniya wan di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê ,û herwiha xebata we di parastina milet û sînorê xaka kurdistanê ji dijminan anî ziman..

 

Û tê zanîn ku di 14ê tebaxa 2016an,di encama şerekî dijwar di navbera Hêzên pêşmerge û rêxistina Terorîst a Daîşê de li Xazir pêşmege Ibrahîm Hemza Ferho canê xwe kir qurbanî di ber parastina sînor û xaka pîroz ya kurdistanê …

 

Û şehîdê pêşmerge Ibrahîm Ferho ji daykbûna gundê Meşuqê yê bi ser navçeya Tirbespiyê ..

 

Û hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst ên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyan de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.