المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PDK-S SERDANA ŞÊX MANIH HIMÊDÎ ELDEHAM ELHADÎ ŞÊX ŞEMER KIR.

0 177

Şandeke Serkirdayetiya PDK-S serdana Şêx Manih Hemîdî Eldeham Elhadî Şêx ElŞemer kir. 

Di êvara roja Çarşemê 16.8.2023an de,Şandeke Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriya serdana Şêx Manih Himîdî Eldeham Şêx Elşemr bi serokatiya sekreterê partiyê Mihemed Isma’îl û endamê ofîsa siyasî û Se’îd Umer û berpirsê ofîsa peywendiyên niştimanî ya partiyê li Kurdistanê, li mala mêhvanan li Hewlêra paytexta Kurdistanê kir.

 

Her du aliyan li ser mijarên berjewendiya hevbeş, pêwendiyên dualî yên bihêz di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyê de, û rola eşîra Şemer di parastina aştiya sivîl de gotûbêj kirin.

 

Şêx Eldaham berî du rojan ji bo xurtkirina têkiliyên biratî yên di navbera kurd û ereban de bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.