Home / Uncategorized / ŞANDEKE XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSê VE SERDANA OFÎSA PDKSê LI BAJARÊ AMÛDÊ KIR.

ŞANDEKE XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSê VE SERDANA OFÎSA PDKSê LI BAJARÊ AMÛDÊ KIR.

Bi boneya vekirina ofîsa rêxistina PDKSê ya nû li bajarê Amûdê,di roja Yekşemê 11.9.2022an de, Şandeke xwecihiya Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê,serdana ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê,li Amûdê kir.

Her wiha Şande ji aliyê endamên Encumena Herêmî û endamê desteya şêwirmendiya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê ve hatin pêşwazîkirin.

Her wiha Şandeyê, bi vê boneyê pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêş kir û spasî û spasiya xwe ji bo pêşwaziya baş nîşan da û hêviya berdewambûna hewl û têkoşîna ji bo doza kurdî li Kurdistana Sûriyê kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

Kampa Domîz Semînarek siyasî û Rêxistinî bi rêva çû..

Roja înê 23ê Êlûna 2022an, Rêxistina jinan a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,li …

Leave a Reply

Your email address will not be published.