Home / Uncategorized / ENKSê civîneke li bajarê Qamişlo li dar xist ..

ENKSê civîneke li bajarê Qamişlo li dar xist ..

Îro roja duşemê 12ê Êlûna 2022an, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo dar xist.

Di civînê de Siûd Elmela serokê ENKSê û endamên desteya serokatiya ENKSê her yek ji Mihemed Ismaîl, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Fêsel Yûsif, Nemet Dawûd amade bûn.

 

Û herwiha di derbarê naveroka vê civînê de M,”Siûd Elmela ” serokê ENKSê bi awayekî berfereh behsa rewşa siyasî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê di vê qonaxa têde derbas dibin kir ..

 

Û herwiha ji aliyekî din ve babet û mijarên giring jî yên girêdayî bi mekanîzmeya amadekirina lidarxistina kongira 4an ya ENKSê ku biryar e di demeke nêzîk de were lidarxistin gengeşekirin.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Encûmena Niştimaniya kurdî li Sûriyê di sala 2011an ,li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe, rêxistinên jin û ciwanan hate damezrandin û encûmanên Xwecihiyên wê jî li bajar û bajarokên kurdistana Sûriyê hene û çend nûneratiyên wê li derve jî hene…

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

750 ENDAMÊN MILÎSÊN HIZBULAH GIHÎŞTIN LAZIQIYÊ.

Bi sedan endamên milîsên Hizbulaha Libnanî gihîştin çiyayên gundewarê Laziqiyê ji bo lidarxistina perwerdên şer. …

Leave a Reply

Your email address will not be published.