المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA SERDANA BARGEHA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS KIR..

0 172

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriya kir ji bo pîrozkirina hilbijartinên vê dawiyê.

 

Di roja duşemê 4.9.2023 an de, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriya bi serokatiya D.Ebdulwehab Ahmed û herdu endam birêz Silêman Şêxo û Umer Umer kir û pîrozbahî li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser hilbijartinên wê yên dawî kir.

 

Şande li baregeha xwe ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.

 

Di dawiyê de piştî ku şanda mêvan pîrozbahiyên xwe pêşkêşî nûneran kir, li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.