المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: SEMÎNAREK LI SER TIRYAKAN HATE LIDARXISTIN.

0 454

Di roja Çarşemê 6.9.2023 li bajarê Qamişlo bi serpereştiya Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê û tîma QQP û bi amadebûna Pisporê Neurolojiyê 

Dr. Ahmed Salih semînerek li ser Tiryakan û metirsiyên wê di bin navê (Çerxa Reş) de hat lidarxistin

Dr.Salih ronahî xiste ser metirsiyên tiryakê û bandora wê ya nerênî li ser saxlemiya derûnî, laşî û derûnî, Dr. Ehmed Salih herwiha behsa mekanîzmaya dermankirina tiryakê û qonaxên wê û giringiya piştevaniya derûnî ji kesê tiryakê re kir.

 

Herwiha birêz Ehmed Elkurdî ji tîma QQPê jî bal kişand ser girîngiya hişyariya malbatî û perwerdeyê di rûbirûbûna diyardeya madeyên hişber û belavbûna wê di nav ciwanan de, û pêwîstiya yekkirina hewlan bo rûbirûbûna dijminê herî metirsîdar ê nifşê ciwan kir.

 

Herwiha xanim Fehîma Yûsif, endama tîma QQP, tekezî li ser pêwîstiya hebûna mekanîzmayeke bihêz ji bo têkoşîna li dijî tiryakê û perwerdekirina malbatan li ser pêwîstiya têgihîştina kesayetiya tiryakê, dîtina çareseriyên rast ji bo dermankirina kesên narkotîk, têgihîştina xwezayê û Her wiha bal kişand ser girîngiya rola civak û derdorên wan di pêvajoya başbûnê de û rûbirûbûna diyardeya madeyên hişber de.

 

Her wiha semîner jî bi mudaxele û pirsên beşdaran ên der barê mekanîzmayên hişyarî û pêşîlêgirtina tiryakê de bi dawî bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.