Home / Uncategorized / ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ SERDANA BARGEHA LEŞKERÊ ROJ KIR.

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ SERDANA BARGEHA LEŞKERÊ ROJ KIR.

Di roja yekşemê 21.8.2022, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê serdana baregeha Leşkerê Roj kir.

Şande ji aliyê Serfermandarê leşkerê Roj Dilovan Rûbarî û komek ji fermandarên leşkerî ve, hatin pêşwazîkirin.

û şanda nûnertiyê ji: Dr.Kawa Azîzî serokê nûnertiyê,Newaf Reşîd ,Esmehan Dawid,Şemis Şerîf û Margirêt Hesaf endamên nûnertiyê pêk dihat.

Herwiha her du alî rewşa aloz a Kurdistana Sûriyê û pêwîstiya Kurdistana Sûriyê bi hebûna Leşkerê Roj ji bo parastina ax û gelê Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.

Herwiha Şanda nûneratiyê bal kişand ser giringiya Leşkerê Roj, û tevî hemû zehmetiyan û yekdestdariya PKKê li Kurdistana Sûriyê, ku di encamê de Kurdistana Sûriyê vala bû û guhertineke demografî ya metirsîdar pêk hat, Bi awayekî cidî ewlekariya netewî ya Kurda dixwe.Lê hebûna Leşkerê Roj hêvîdar e ku tişt bên vegerandin, li rastê vegere û ji bo parastina mayîna dozê vegerin welat.

Ji aliyê xwe ve,fermandar, Dilovan Rûbarî amaje bi wê yekê jî kir ku Leşkerê Roj hêzeke nûjen e û xwedan karînên şerkirinê yên mezin e û xwedî ezmûna şerkeriyê ye di parastina Kurdistana Iraqê de li dijî DAIŞê û Heşda Şeibî.

Got jî: em girêdayî biryara serkirdayetîya siyasî ya Kurdî ne ku vegerin û erkê parastina xaka xwe bi cîh bînin.

Di dawiyê de, her du aliyan daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de, Leşkerê Roj vegere welatê xwe û di bin parastin û garantiya hêzên hevpeyman de, rêkeftina Kurdî-Kurdî temam bibe.

Û beşdarbûna bi birayên Ereb, Suryan û pêkhateyên din re, bi beşdariya rasteqîn di serkirdayetî û parastina herêmê de, dûrî yekdestdariya aliyekî di biryara aştî û şer û rêveberiya herêmê de.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

Merasîmên pêşwazîkirina Termê xebatkar ” Sebrî Mîrza “..

Roja sêşemê 6ê Hezêrana 2023an, termê xebatkar û parêzer “Sebrî Mîrza” gihişta Dergehê sînorî yê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.