المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê serdanda malbata şehîdê pêşmerge ” Murad Behrem Silêman” kir ..

0 56

Bi boneya Heştemîn salvegera şehîdbûna pêşmerge Murad Behrem Silêman “ku di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de giyanê xwe ji bo parastina sînorê xaka pîroz a kurdistanê de kir qurban .,

îro roja Duşemê 22ê Tebaxa 2022an, Şandek ji rêxistina Duhok û Faydê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, serdanda malbata şehîdê pêşmerge Murad Behrem Silêman kirin..

Û şenda PDK-Sê bi serokatiya M, Hacî Kalo ” endamê komîteya navendî ,û hejmarek ji endamên komîteya herêmî pêk hat..

Û hêjaya were gotin ku şehîd ” Murad ” ji destpêke avakirina hêzên pêşmerge yên leşkerê roj tên naskirin tevlî nava refên pêşmerge bû û mil bi mil di qehremaniyan de beşdarî şer li dijî rêxistinên terorîst dibû da ku destkeftên zêde di parastina xaka pîroz de tomar bikin…

Û herwiha zaniyariyên zêde li ser pêşmerge ” Murad Behrem Silêman:….

 

– Pile: pêşmerge

– cihê Ji dayîk bûnê: Gundê Helêq li devera aliyan.

– cihê şehîdbûnê: Gundê Sehlec 14/8/2014..

 

Û şehîd ” Murad Behrem ” di sala 1993 an de li gundê Helêq ê bi ser devera aliyan ve li Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye , ku di nav refên pêşmergeyan cihê xwe digirt û bi navê ” TÎRÊJ” di hat naskirin…

Û di roja 14ê Tebaxa 2014an de li Gundê Sehlec” şehîd ” Murad Behrem ” şehîd bû û bi merasîmek geş ji aliyê milet û pêşmerge û kesûkarên wî li gundê ” Helêq ” bi xakê hat spartin….

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.