المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê.

0 96

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê.

 

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidarxist

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê di roja Sêşemê 7.5.2024an de, li baregeha xwe ya li Hewlêrê bi amadebûna piraniya endaman civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

 

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Sûriyê û şehîdên Kurdistanê bi serpereştiya bavê nemir Mistefa Barzanî dest pê kir.

Herwiha Pirtûkek bi hûrgilî li ser daxwaz û pirsgirêkên penaberên Sûrî li herêmê hate amade kirin, da ku bi rêya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di civînên wan de bi berpirsên dosya Sûriyê re pêşkêşî rayedarên pêwendîdar bê kirin.

 

Her wiha li ser rewşa siyasî ya li qada navdewletî û herêmî û bi taybetî rewşa kurdî û Sûriyê bi giştî gotûbêjeke berfireh hate kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.