المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERATIYA ENKSê SERDANA DEZGEHA PENABERAN LI HEWLÊRÊ KIR

0 159

Şandeke nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê serdana Dezgeha Penaberan li Hewlêrê kir.

Şandek ji Nivîsgeha Îdarî, bi nûneratiya serokê nûneratiyê Salih Cemîl û mamoste Wa’il Umer û ji Komîteya Karûbarên Penaberan, bi nûneratiya berpirsê komîteyê birêz Fadil Delî û endamtiya birêz Ciwan Mihamed, bi Dolîwgeha Penaberan re hevdîtin kir.

 

Şande ji aliyê Rêvebirê Niştecihbûnê birêz Hîwa Berzencî û şanda pê re hate pêşwazîkirin.

 

[ ] Di hevdîtinê de şanda nûneratiyê bahsa zehmetî û astengiyên ku gelê me di dema nûkirina îqameya xwe de dikişîne kir û bi qasî ku ji destê wan tê alîkariya wan bikin da ku cezayê pereyan nedin wan.

 

Rêvebirê Niştecihan amadebûna xwe ji bo peywendiyê bi nûneratiya encumenê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di bin desthilata wan de ne piştrast kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.