المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MILÎSÊN ÎRANÊ BAREGEHA HEVPEYMANÊ LI ZEVIYA ELOMER LI GUNDEWARÊ DÊREZORÊ BOMBEBARAN KIRIN.

0 125

Milîsên Îranê baregeha hevpeymanê li zeviya Elomer li gundewarê Dêrezorê bombebaran kirin.

Duh êvara Sêşemê, çavkaniyên xwecihî piştrast kirin ku dengê teqînan li baregeha hevpeymaniya navdewletî ya li gundewarê Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê hatiye bihîstin.

 

Çavkaniyên hanê gotin, “Li baregeha hevpeymaniya navdewletî ya li kêlgeha petrolê ya Elomer a li rojhilatê Dêrezorê dengê teqînan hat û di encamê de ji aliyê milîsên Îranê ve rastî êrişên mûşekî hat.”

Wê herwiha got: “Milîsên Îranî yên ku li biyabana Elmeyadîn bi cih bûne, bi mûşekan baregeha hevpeymaniya navdewletî li zeviya Elomer kirin armanc, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên”.

 

Çavkaniyên han diyar kirin ku “Hêzên hevpeymaniya navdewletî ji aliyê xwe ve çeperên rejîma Sûriyê û milîsên Îranî li rojavayê Firatê bombebaran kirin, di nava firokeyên hevpeymaniyê de ku li esmanê wê difiriyan.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.