Di roja Çarşemê 21.6.2023’an de, Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî birêz Fêsel Yûsif û endamê hevrêziya giştî Dr. Ebdulwehab Ehmed û M.Mîdiya Salih endama Hevrêziya Herêmê,serdana baregeha nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Herêma Kurdistanê kirin.
Şande ji aliyê serokê nûneratiyê birêz Newaf Reşîd û hin endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin.
Herwiha di vê serdanê de, Gotûbêj li ser rewşa giştî ya meydana Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi giştî hate kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah