المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BOGDANOV:MOSKO HÊVÎ DIKE KU DI NEXŞEYA ASAYÎKIRINA NAVBERA ENQERE Û RÊJÎMÊ DE PÊŞKETIN ÇÊBIBIN.

0 99

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov, hêviya pêşketina Moskoyê ji bo karkirina li ser nexşerêyek ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Enqere û rêjîma Sûriyê de nîşan da.

 

Daxuyaniya Bogdanov ji bo rojnamevanan îro danê sibê berî destpêkirina gera 20emîn a danûstandinên di formata Astanayê de hat.

Bogdanov got, :”Ji bo cara yekem li vir bi paralelî çalakiya duyemîn tê organîzekirin. Civîna çar welatên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê di asta cîgirên wezîrên karên derve de ye. Di civînê de em li ser mijarên normalîzekirinê têkiliyên Şam û Enqereyê dixebitin.”

Wî her wiha got, “Ev pêvajoyeke girîng e ku divê li ser esasên lihevhatî be, ku rêzgirtina dualî ya yekparçeyiya axê, yekîtî û serweriyê ye”.

 

Wî di berdewamiya axaftina xwe de got:” Weke hûn jî dizanin di 10ê Gulanê de civîna wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê li Moskowê hat lidarxistin û di civînê de me hat erkdarkirin ku em nexşerêyekê ji bo proseya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de amade bikin. Em hêvîdar in ku di vî karî de jî pêşde biçin.”

 

Gotûbêjan îro Sêşemê li paytexta Kazaxistanê bi formula Astana li ser Sûriyê dest pê kir û aliyên Rûsî bi nûneratiya her du nûnerên taybet ên serokatiya Rûsiyê Aleksender Lavrentêv û Mîxaîl Bogdanov di gotûbêjan de beşdar dibin.

Di rojevê de dê şêwirînên çaralî bi cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê re bên kirin, ji bo gotûbêjkirina kar li ser nexşerêya asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiyê û rêjîmê. Û civînên Çaralî piştî bidawîhatina hilbijartinên serokomariya Tirkiyê nêzîkî mehekê tên.

Û wek Bogdanov ji rojnamevanan re tekez kir, gera niha ya danûstandinên Astana bi beşdariya şandên opozîsyona Sûriyê, rêjîmê, Rûsya, Tirkiye û Îranê û şandên welatên cîranên Sûriyê, yanî Lubnan, Iraq û Urdinê, tê lidarxistin

Bogdanov her wiha got, “Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Geyr Pedersen di serdana xwe ya vê dawiyê ya Moskovayê de piştrast kir ku ew jî dê beşdarî çalakiyê bibe.”

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.