المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WAŞINTON PIŞTGIRIYA XWE JI BO HERÊMA KURDISTANÊ Û PÊŞMERGE NÛ DIKE.

0 105

Di roja Çarşemê,21.6.2023’an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi serokatiya Cîgirê alîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Dana Strol kir.

Di civînê de ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matiyo Magfirlîn, amade bû, Serokê şandê silavên Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji Serokwezîr re gihandin û herwiha tekezî li ser wê yekê kir,piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên Pêşmerge.

Xalê sereke yê civînê gotûbêj li ser pêşhatên girêdayî proseya çaksaziyê di nav hevbendiyên Wezareta Pêşmerge de hat kirin .Ji bilî lêkolîna pêngav û tedbîrên ji bo destpêkirina cîbicîkirina rêkeftina ku di navbera wezaretên Pêşmerge û berevaniya Amerîkayê de hatiye îmzekirin hate gengeşe kirin.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê :”Amerîkayê tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dê berdewam bin li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge bo rûbirûbûna metirsiya terorîstan bi taybet DAIŞê ji bo ku kar û çalakiyên vê rêxistina terorîstî dîsa zêde û geş nebe.”

Ji aliyê xwe ve, Barzanî spasî û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Amerîka kir û daxwaza Herêma Kurdistanê jî kir ku bi awayekî berfireh peywendiyên xwe ligel Amerîka bihêztir bike.

Herwiha di civînê de, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî desthilata herêmê û pêwîstiya bi dawî anîna desteserkirina zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen ên di nava sînorên parêzgeha Kerkûkê de hate gotûbêjkirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.