المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji PDK-Sê serdana ofîsa rêxistina Asûriya Demoqratîk kir…

0 80

Şandek ji Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ,roja duşemê 8ê Gulana 2023an, serdana nivîsgeha rêxistina Asûriya Demoqratîk bi boneya bi dawîkirina kongirê we yê 14 li Qamişlo kir…

 

Û herwiha ev şanda Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya bi serokatiya M, Mihemed Ismaîl” endamê ofîsa siyasî ,û herwiha endamên komîteya navendî M,Beşar Emîn, Hisên Silêman, Perîxan Dawûd û Besê Ebdê pêk hat..

 

Û ev şanda PDK-Sê ji aliyê çîgirê berpirsê komela Asûrî ” Beşîr ElSedê,û berpirsê şaxê Sûriya ” Qerqiyas Gewrê,Sara Bersûm, û Gebro Romanûs endamê emîndariya giştî ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û di derbarî vê serdanê de şanda Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya pîrozbahiyeke germ arasteyî arasteyî rêxistina Asûriya Demoqratîk kir bi helkeftina bi dawîkirina kongirê wan yên 14an ,û hêviya serkeftinê di kar û xebata wan de xwestin…

 

Di hevdîtinê de, her du alî rewşa siyasî li meydana Sûriyê û navçeyê û bi taybet pêşhatên dawî yên dosyaya Sûriyê, ji ber nêzîkbûn û asayîkirina pêngavên Komkara welatên Erebî li hember rêjîma Sûriyê gotûbêj kirin. Her du aliyan her wiha li ser riyên xurtkirin û pêşxistina peywendiyên dualî di navbera her du aliyan de ji bo berjewendiya gelê Kurd û gelê Suryanî-Asûrî gotûbêj kirin.

 

Tê zanîn ku Rêxistina Asûriya Demoqratîk di 29ê Nîsana 2023an, de kongirê xwe yê 14an li darxist…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.