Li ser daxwaza Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê, şaxê Amûdê,semînarek di bin navê (Nakokiyên dîrokî yên herî girîng ên ku ne tundûtûjî têde serkeftî bû)li ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê lidarxist. Gotûbêj ji aliyê siyasetmedarê kurd Merwan Îdê ve, bi amadebûna komek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd hat pêşkêşkirin.
Di derbarê naveroka vê semînarê de,siyasetmedarê Kurd M.Merwan Îdê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:
“Li ser daxwaza Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê şaxê Amûdê û li ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, me semînarek cemawerî bi navê (Nakokiyên dîrokî yên herî giringtirîn ku ne tundûtûjî têde serkeftî bû) li darxist”.
Herwiha Îdê got:
Me behsa sê serpêhatiyan kir, ya yekem. Tecrûbeya Gandî li Hindistanê wekî protestoyek li dijî neheqiya dagîrkeriya Brîtaniyayê û danîna bacên ku barê cotkar, karker û belengaz dikişandin û xwê yekdestdar dikir û çawaniya berdewamiya van xwepêşandanan heya derketina Ingilîzan kir.
Îdê axaftina xwe berdewam kir û got :
“Tecrûbeya duyemîn, me behsa Martin Loter Kînix û têkoşîna wî ya li dijî polîtîkayên cudakariya nijadî ya li dijî reşik û Hindiyên Sor û daxwaza mafên medenî yên wekî mafê dengdanê, siwarkirina otobusan, dayîna mûçeyên karker û karmendên reş, û di dawiyê de bi ser ket.Bi qeydkirina 5 milyon hilbijêrên reş û hevdîtina Serok Jon Kîndî kir”.
Herwiha mamoste Merwan Îdê got jî:
Serpêhatiya sêyemîn.Me behsa Afrîkaya Başûr,pêvajoya Kîp Tawin, çalakiya xwepêşandanên ya metran Dimond Tutu,kesayetên Olî û rêxistinên civaka sivîl heta ku serokên muxalefetê hevdîtin pêk bînin û qanûnek ji bo partiyan hat derxistin û Nîlson Mandêla serbest hat berdan ku piştre bû serokê Afrîkaya Başûr”.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah